“Jiyan bi xwe rêwîtîyeke trênê be, her stasyon bîranînek e helbet.
Arem li her stasyonê pirsa hebûn û nebûn, welat û mişextî, eşq û tenêtîyê ji me dike. Çîrokên wî mîna her vagoneke trênê bîranînên wî digihînin hev û ji me re qala jiyanekê dike. Ev jiyan bi xwe ne jiyana me jî be gelo? Mîna xewna her dayîka kurdekî ku bixwaze ji zarokên xwe re bibe rêber.
Rê dirêj, rêwîtîyên welatên dûr, dayîk û star…”