Yek ji wêjevan û rewanbêjên Kurd yên klasîk yên herî navdar, bibandor û biheşmet Ehmedê Xanî, bi qasî ku helbestvan e, hizirmendekî mezin û di têkoşîna ziman û nasnameya gelê xwe de jî pêşeng e. Berhema wî Mem û Zîn, her çiqas wek destaneke evînê bê zanîn, di rastiyê de manîfestoyeke bêhempa ya hebûnê ye û di bîra gelê Kurd de bûye weke bez û benîşt.
Diyar Bohtî di vê pirtûkê de berhema Xanî ne aliyê wêjeyî tenê; aliyê wê yê felsefî, tesewifî û konevanî jî vedikole û vedixepêre. Hizra Xanî ...