Ferhadê Mihemed, hostayê lihevanîn û vegêrana detayen e; şibandin, danberhevkirin, îstîare, mubalexa û gelek hêmanên din ên ciwankariyê çîrokên ji rêzê digihînin asta herî bilind. Zimanê lokal yê wê herêmê bi reng, deng, aheng, bêhn û nermiya xwe bi kar tîne û tam û çêjeke cuda di ber xwendinê re beşdarî heza me ya xwendinê dike.
Berken Bereh
Çîrokên Ferhadê Mihemed ne tenê bi peyvan lê bi hestan hatine hûrandin. Di çîrokan de, hilma xwîna wî li pozê mirov dixe û gupegupa dilê wî bi aw ...