Arvîn di temenê xwe yê zarokatiyê de hewl dide wateyê bide hin tiştan. Hertim di nav lêgerînekê
de ye. Dixwaze ji nêz ve welatê xwe nas bike û tiştên bi serê gelê wê de hatine û tên, zanibe. Her
çiqas ji welatê xwe dûr be jî hertim hiş û dilê wê li welat e. Dema dibe jineke ciwan êdî her tiştî
baştir fêm dike û wateyê didiyê. Êdî ji xwe re hin armanc û xeyalan çêdike. Ji bo bigihêje
armanca xwe bi şev û rojan difikire. Bi meraqeke mezin guh dide agahiyên ji welat tên. Dema
...